Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 2 milyon û 26 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 15 hezar û 346 zêde bû û derkete 2 milyon û 26 hezar û 587an.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 397 zêde bû û derkete 48 hezar û 509an.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 20 hezar û 556 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 495 kes, li Fasê jî 5 hezar û 13 kes mirin.
Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 757 hezar û 144 kes, li Fasê bû 306 hezar û 995 kes, li Misrê bû 111 hezar û 613 kes.
Li Afrîkayê milyonek û 709 hezar û 279 pêketî jî pak bûn.
AA