Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 72yan

Navenda Kontrol û Pêşîlêbirîna Nexweşiyan a Afrîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku vîrus li 46 welatan belav bû.

Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derkete 72yan

Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) mirin derkete 72yan.

Navenda Kontrol û Pêşîlêbirîna Nexweşiyan a Afrîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku vîrus li 46 welatan belav bû.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li tevahiyê parzemînê hejmara nexweşan derket 2 hezar û 746an, herî zêde nexweş li Afrîkaya Başûr hatin dîtin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hejmara kesên bi vîrusê ketin û paşê rind bûn jî derkete 201 kesan.

Li gor rêzê herî zêde nexweşî li Afrîkaya Başûr, Misir, Cezayir, Fas, Tûnis, Burkîna Faso û Senegalê hat dîtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE