Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin gihîşte 40 hezar û 289an.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 494 zêde bû û derkete milyonek û 674 hezar û 836an.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 298 zêde bû û derkete 40 hezar û 289an.
Heta niha herî zêde li Afrîkaya Başûr meriv ji ber vîrusê mirin, li Afrîkaya Başûr 18 hezar û 656 kes, li Misrê 6 hezar û 142 kes, li Cezaîrê jî 3 hezar û 27 kes mirin.
Li Morîtyusê nexweşên bi vîrusê ketine tunin, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika kes ji ber vîrusê nemir.
Li Afrîkaya Başûr 706 hezar û 304 kes, li Misirê jî 179 hezar û 3 kes li Fasê 105 hezar û 705 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê milyonek û 376 hezar û 599 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
AA