Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin derket 20 hezar û 12an.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 15 hezar û 327 zêde bû û derket 947 hezar û 104an.
Hejmara kesên ku ji ber vîrusê di 24 saetên dawîn da mirin jî 286 zêde bû û derket 20 hezar û 12an.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 8 hezar û 153 ye. Li pey vî welatî Misir 4 hezar û 834, Cezayîr 1223, Nîjerya 883 û Sûdan 752 tên.
Welatên ku hejmara pêketiyan herî zêde ye jî Afrîkaya Başûr (503 hezar û 290), Misir (94 hezar û 316), Nijerya (43 hezar û 537), Gana (35 hezar û 501) û Cezayir (30 hezar û 950) in.
Li Afrîkayê 605 hezar û 50 pêketiyên şewbê jî baş bûn.
AA