Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê çiqas e?

Di şewbê da di 24 saetên dawîn da 201 kes mirin.

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê çiqas e?

LLi ser asta Afrîkayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 235 hezarî derbas bû, 6 hezar û 281 kes jî mirin.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 96 zêde bû û derket 235 hezar û 695an.

Di şewbê da di 24 saetên dawîn da 201 kes jî mirin. Bi vî awayî hejmara miriyan derket 6 hezar û 281ê, ya kesên baş bûn jî derket 108 hezar û 832yan.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Misrê mirin û hejmara wê jî 1484 e. Li pey wê bi 1423yan Afrîkaya Başûr, bi 760î va Cezayîr, bi 447an va Sûdan û bi 407an va jî Nîjerya tên.

Welatên ku hejmara pêketiyan herî zêde ye jî bi rêzê va Afrîkaya Başûr (65 hezar û 736), Misir (42 hezar û 980), Nijerya (15 hezar û 682), Gana (11 hezar û 118) û Cezayîr (10 hezar û 810) in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE