Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 312 hezar û 183yan.
Li gorî malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 931 zêde bû û derket milyonek û 312 hezar û 183yan.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 218 zêde bû û derket 31 hezar û 575an.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 15 hezar û 5 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 541 mirinan va Misir û bi 1562 mirinan va jî Cezayîr tên.
Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan derket 639 hezar û 362yan, dû vî welatî ra bi 100 hezar û 41 pêketiyan va Misir, bi 73 hezar û 780 pêketiyan va Fas tê.
Li Afrîkayê hejmara nexweşên ku baş bûne jî miyonek û 49 hezar û 529 kes in.AA