Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 2 milyon û 376 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyên Kovîd-19ê di rojekê da 18 hezar û 132 zêde bû derket 2 milyon û 376 hezar û 805an.
Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 326 zêde bû û derket 55 hezar û 82yan.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin liKomara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 23 hezar û 106 kes mirin.
Li Misrê 6 hezar û 898 kes mirin, li Fasê 6 hezar û 589 kes mirin.
Li Seyşelê û Erîtreyê heta niha tu kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 852 hezar û 965an, dû vî welatî bi 397 hezar û 597 pêketiyan va Fas, bi 121 hezar û 89 pêketiyan va Misir tê.
Li Afrîkayê 2 milyon û 14 hezar û 826 pêketiyên Kovîd-19ê jî qenc bûn.
AA