Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 500 hezarî derbas bû

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 500 hezarî derbas bû

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 500 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 500 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 21 hezar û 317 zêde bû û derkete 2 milyon û 504 hezar û 960î.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 448 zêde bû û derkete 58 hezar û 855an.

Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 24 hezar û 539 kes mirin. Piştî vê li Misrê 7 hezar û 69 kes, li Fasê jî 6 hezar û 909 kes mirin.

Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.

Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 912 hezar û 477 kes, li Fasê bû 415 hezar û 226 kes, li Misrê bû 124 hezar û 891 kes.

Li Afrîkayê 2 milyon û 103 hezar û 442 pêketî jî pak bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE