Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 2 milyon û 845 hezar û 290î.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê 67 hezar û 344 kes ji ber vîrusê mirin.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû.
Li Afrîkayê 2 milyon û 352 hezar û 602 pêketiyên Kovîd-19ê jî qenc bûn.
AA