Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê hejmara kesên ku di 24 saetên dawîn da bi vîrusê ketin 13 hezar û 499 zêde bû û derket 877 hezar û 593yan.
Hejmara kesên ji ber şewbê mirin 322 zêde bû û derket 18 hezar û 540î.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 7 hezar û 257 kes, li Misirê 4 hezar û 691 kes, li Cezayîrê jî 1174 kes mirin.
Li Seyşeller, Erître, Uganda heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan gihîşt 452 hezar û 529yan, li Misirê 92 hezar û 482, li Nîjeryayê jî 41 hezar û 804 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê 527 hezar û 8921kesên vîrusê ketin jî baş bûn.
AA