Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji milyonek û 366 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike, li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 596 zêde bû û derket milyonek û 366 hezar û 138an.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 171 zêde bû û derket 32 hezar û 849an.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 15 hezar û 499 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 661 mirinan va Misir û bi 1620 mirinan va jî Cezayîr tên.
Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan derket 650 hezar û 749an, dû vî welatî bi 101 hezar û 177 pêketiyan va Misir, bi 88 hezar û 203 pêketiyan va Fas tê.
Li Afrîkayê hejmara nexweşên ku baş bûne jî miyonek û 110 hezar û 971 kes in.AA