Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê nêzîkî 2 milyonî bû

Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 10 hezar û 389 zêde bû û derkete milyonek û 998 hezar û 121î.

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê nêzîkî 2 milyonî bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji milyonek û 998 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 10 hezar û 389 zêde bû û derkete milyonek û 998 hezar û 121î.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 281 zêde bû û derkete 47 hezar û  719an.

Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 20 hezar û 314 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 645 kes, li Fasê jî 4 hezar û 850 kes mirin.

Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.

Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 752 hezar û 269 kes, li Fasê bû 296 hezar û 189 kes, li Misrê bû 111 hezar û 9 kes.

Li Afrîkayê milyonek û 680 hezar û 971 pêketî jî pak bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE