Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 8 milyon û 118 hezarî derbas bû

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara miriyan derket 203 hezar û 374an.

Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 8 milyon û 118 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 8 milyon û 118 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara miriyan derket 203 hezar û 374an.

Li tevahiya parzemînê jimara pêketiyan derket 8 milyon û 118 hezar û 335an, jimara kesên ku qenc bûn jî derket 7 milyon û 340 hezar û 535an.

Li parzemînê herî zêde pêketî li Komara Afrîkaya Başûr, Tunis û Misrê hatin tesbîtkirin.

Li gor daneyên Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyê ya Afrîkayê (Afrîka CDC) heta niha ji 145 milyon dozî zêdetir aşî gihîşt parzemînê û 111 milyon kes jî hatin aşîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE