Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê nêzî 480 hezarî ye

Li tevahiya Afrîkayê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19 279 kes mirin, di 13 hezar û 620 kesan da jî vîrus hat tesbîtkirin.

Li Afrîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê nêzî 480 hezarî ye

Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 479 hezar û 788an.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên pêketiyên welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 13 hezar û 620 zêde bû û derket 479 hezar û 788an.

Jimara kesên ku ji ber pandemiyê mirin di 24 saetên dawîn da 279 zêde bû û derket 11 hezar û 395an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Misrê çêbû. Li Misrê 3 hezar û 343 kes mirin, li Afrîkaya Başûr 3 hezar û 199 kes mirin, li Cezayîrê jî 952 kes mirin.

Li Seyşeller, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê heta niha kes nemiriye.

Li Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan nêzî 200 hezarî bû, dû vî welatî ra bi 75 hezar û 253 pêketiyan va Misir, bi 28 hezar û 711 pêketiyan va Nîjerya tê.

Li Afrîkayê jimara nexweşên ku qenc bûne jî ji 230î derbas bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE