Li Afrîkayê di pela duyem a şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da hejmara pêketiyan zêde bû, lê tevdîr kêm bûn.
Di makaleya ku kovara The Lancetê hat weşandin da hejmara pêketî, mirî û tevdîrên pela yekem û duyem a şewbê hatin berhevkirin.
Dîrektorê Navenda Kontrol û Rêlibergirtina Nexweşiyan a Afrîkayê (Africa CDC) John Nkengasong jî yek ji wan nivîskarên makaleyê ye.
Li gor vê, di pela ewil a şewbê ya ku di Tîrmeha 2020î da gihîştibû asta herî zêde da hejmara pêketiyan 18 hezar û 273 bû, lê di 31ê Çileya Pêşîn a 2020î da hejmara pêketiyan gihîşt 23 hezar û 790î.
Di Nîsana 2020î da şewb pir zêde bû. Welatên Afrîkayê ji bo ku tesîra wê kêm bikin 5 an jî 6 tevdîrên xurt dîtin. Di 31ê Çileya Pêşîn a 2020î da hejmara welatên ku van tevdîran dîtin dakete ji sedî 72yê.
Di makaleyê da hat destnîşankirin pela duyem a şewbê ji ya ewil girantir e.
Li parzemînê niha 4 milyon û 168 hezar pêketî hene, hejmara miriyan jî ji 111 hezarî derbas bû.
AA