Li Afrîkayê hejmara weqayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) derket 2 hezar û 412an, ya miriyan jî derket 64an.
Di daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgirtina Nexweşiyan a Afrîkayê (Africa CDC) ya li ser hesabê wê yê Twitterê da hat destnîşankirin ku vîrus heta niha belayî 43 welatan bûye û li 14 welatan jî bûye sedema mirinê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser asta parzemînê, hejmara weqayan derket 2 hezar û 412an, ya miriyan jî derket 64an.
Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin ku li 14 welatan 203 kes jî qenc bûn û herî zêde weqa jî li Afrîkaya Başûr hatin tesbîtkirin.
Ji aliyekî din va li Afrîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da weqa 165 zêde bûn û derketin 709an.
Piştî vî welatî, welatên ku vîrusê herî zêde lê xwe daye der, Misir, Cezayîr, Fas, Senegal, Burkina Faso û Tûnis in.