Li Afrînê amadehiya cejnê heye. Li sûk û bazaran xelk haziriya eydê dikin. Li aliyê din saziyên civakî jî alîkariyê didin malbatên hewcedar û zarokên sêwî.
Li Afrînê liv û tevgera eydê heye.
Li aliyêkî xelk danûstandinê dikin li aliyê din jî saziyên civakî alîkariyan digêjînin malbatan.
Li bajêr navenda kar û barên civakî ji bo sêwiyên Afrînê cil û berg belav dike.
Komele li navçe û navenda Afrînê malbatên hewcedar û zarokên sêwî tespît dike û alîkariya wan dike.
Heta niha 250 malbatî alîkarî wergirtiye.
Dilê malbatên hewcedar bi alîkariyên komeleyan şa dibe.
Li gorî daneyên komeleyê li Afrînê 4 hezar sêwî hene û alîkariya ji bo wan dewam dike .