Li Afrînê îmtihana lîseyan

Xwendekarên Afrînî di bin tevdîrên koronayê de ketin ezmûnê

Li Afrînê îmtihana lîseyan

Li bajarê Afrînê xwendekarên lîseyê ji bo ezmnûnên xwe yên dawî, berê xwe didin dibistanan. Piştî lîseyê ew telebe dê xwendina xwe li zanîngehên Turkiyeyê û li Zanîngeha Afrînê bidomînin.

Xwendekarên Afrînê ji hemû gund û navçeyan, ji bo ezmûnên lîseyê berê xwe dan dibistanan.

Mûduriyeta Perwerdeyê ya Afrînê bi alîkariya Walîtiya Hatayê, ji ber vîrûsa koronatevdîrên berfireh stendin.

Beriya ku bikevin dibistanan, germahiya laşên xwendekaran yek bi yek hatin kontrolkirin.

Her wiha ji bo xwendekarên ku maskeyên wan tune ne, maske hatin belavkirin.

Li Afrînê nêzî 1150 xwendekar ketin ezmûnê. 2 dibistan ji bo keçikan in, 2 jî ji bo xortan hatibûn amadekirin.

Bi alîkariya Turkiyeyê li 21 yek bajar û bajarokan ezmûn hat kirin.

Kesên ku di îmtihanan de bi ser bikevin wê bikaribin li zanîngehên Tirkiyê xwendina xwe berdewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE