Li Afrînê wextê hêrandina genim e. Cotkarên Afrînî ji bo hêrandina genimê xwe berê xwe didin dêlûbê. Niha jî em berê xwe bidin Afrînê û çanda gundan.
Cotkar û gundiyên Afrînê genimê xwe dirûtin û kelandin.
Ji bo zadê zivistanê jî wê danûkên xwe bidin ber destarê û bihêrin.
Afrînî ji bo genimên xwe bihêrin, genimê xwe tînin ser delûbê.
Ji hemû navçe û gundên Afrînê xelk tên vê derê, bi çand û edetên berê genimê xwe li delûbê didin.
Hêrandina genim serê kîloyê 100 lîreyê Sûriyeyê ye.
Îsal li Afrînê kîloya savarê jî hezar û 500 weraqê Sûriyê ye.