Li Almanyayê 4 polês hatin girtin

Bi hinceta ku ji pêkhateya veşartî ya radîkal a rastparêz ra cebilxane peyda dikin 4 polês hatin girtin.

Li Almanyayê 4 polês hatin girtin

Hat eşkerekirin ku li Almanyayê 4 polês bi hinceta ku ji pêkhateya veşartî ya bi navê "Prepper" a radîkal a rastparêz ra cebilxane peyda kirine hatin girtin.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Schwerînê da hat diyarkirin ku 3 jê li ser peywirê 1 jê polêsê berê bi tevahî 4 polês bi sûcdarkirina "îxlalkirina qanûna çekan" û "sextekariya rêxistinî" hatin girtin.

Daxuyaniyê da hat destnîşankirin hat tesbîtkirin ku polês ji 2012an va ji Daîreya Krîmînal a Eyaleta Mecklenburg Vorpommmenê cebilxane peyda dikin û van cebilxaneyan didin kesekî ku têkiliya wî bi pêkhateya veşartî ya bi navê "Prepper" a radîkal a rastparêz ra têkildar e.

Di nûçeyên çapemeniya Almanyayê da jî tê gotin ku pêkhateya veşartî ya bi navê "Prepper" hedef dike ku ji bo roja dibêjinê X a nayê zanîn amadehî bikin û dijî siyasetmedarên li welêt suîkastan bikin û şerê navxweyî derxînin paşê jî derbeyê bikin û birêvebiriya welêt bi dest bixin.

Di nûçeyan da hat diyarkirin ku polêsên navborî ji bo çekên lûledirêj û lûlekurt ji 10 hezarî zêdetir guleyî bi awayekî dereqanûnî ji ewlehiyê revandine.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Hezîran 2019, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE