Hat ragihandin ku li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 5 welatiyên Tirkiyeyê yên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin.
Li gor agahiya ku ji meqamên herêmî hat hildan, ji herêmên Hamburg, Nurnberg û Munîhê 5 welatiyên Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê mirin.
Hat gotin ku testa ferdên malbata kesên mirî jî pozîtîf derketiye û ew jî li malê di karantînayê da ne.
Bi van kesên ku mirin va li Almanyayê jimara welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, derket 92yan.
Li welêt jimara kesên ku vîrus kişiyayê derket 146 hezar û 635an, jimara kesên ku mirin jî derket 4 hezar û 706an.AA