Hat ragihandin li Almanyayê di nava 24 saetan da 8 welatiyên Tirk ên din jî ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin.
Li gorî agahiya ku ji meqamên herêmî hat wergirtin, li herêmên Hamburg, Nurnberg, Mainz û Stuttgartê 8 Tirk ji ber vîrusa koronayê mirin.
Hat diyarkirin, hinek mirî ji ber ku bêkes in, dê li Almanyayê bên definkirin.
Herwiha eşkere bû ku testên vîrusa koronayê yên neferên malbata kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin jî pozîtîf derketin.
Bi van mirinan va hejmara Tirkên ku li Almanyayê ji ber Kovîd-19ê mirin derket 87an.
Li welêt hejmara pêketiyên Kovîd-19ê derket qedera 145 hezar û 185an, ya kesên ku mirin jî derket 4 hezar û 586an.
AA