Li Almanyayê Maîde Tya dayika Nîlufer Tya ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin, çalakiya xwe ya ji bo bigihîje keça xwe da destpêkirin, didomîne.
Maîde Tyê berî civîna Lijneya Wezîran a bi serokatiya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê, digel koma li cem li ber avahiya Serokwezîriyê çalakî kir.
Maîde Tyê got ku ew ê serê meha hezîranê biçe Tirkiyeyê û wiha got, "Ez ê meha bê biçim ziyareta dayikên Diyarbekirê. Ez timî bi wan ra xeber didim. Ew jî timî li min digerin û piştgiriyê didin çalakiya min. Vê carê jî ez ê biçim Diyarbekirê û pişgiriyê bidim wan. Em hemû dixwazin bigihîjim zarokên xwe ku ji hêla rêxistina terorê hatine revandin. Armanca me ya hevpar ew e ku zarokên me ji nav lepên rêxistina terorê xilas bibin."
Maîdeyê Tyê bal kişand ku 16 meh ew li Berlînê çalakiyê dike, lêbelê ne meqamên Alman û ne jî çapemeniya wê bi vê mijarê ra eleqedar nebûn.
Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji keça xwe ku ji malê derket û got, "Ez diçim dibistanê", xeberê nastîne. Dayika dilşewat ku 3 meh e çalakiyên xwe didomîne, berî niha li ber komeleya nêzîkî PKKyê ya bi navê Navenda Kurdistaniyên li Berlînê, li Deriyê Brandenburgê ku li navenda bajêr e û li ber Meclisa Federal çalakî kiribû û xwestibû ku keça wê ji destê rêxistina terorê were xilaskirin.
Maîde T. ji Sibata 2020î vir va li dijî rêxistina terorê PKKyê çalakiyê dike.
AA