Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne

Maide Tya dayik ku li ser tîşortê wê wêneya keça wê, di dêst da jî pankarta "PKK vîrusek e" heye, li navenda paytext Berlînê li ber Deriyê Brandenburgê yê dîrokî (Brandenburger Tor) çalakî kir. 

Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne

Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne.

Maide Tya dayik ku li ser tîşortê wê wêneya keça wê, di dêst da jî pankarta "PKK vîrusek e" heye, li navenda paytext Berlînê li ber Deriyê Brandenburgê yê dîrokî (Brandenburger Tor) çalakî kir. 

Maide Tyê li vê derê di daxuyaniya da rojnamegeran da diyar kir ku wê ligel karbidestên ewlekariya Almanyayê civînek kir da ku keça wê were dîtin.

Maide Tyê diyar kir ku li Îngiltereyê malbatekê bi alîkariya karbidestên Îngiliz zaroka xwe ji destê rêxistina terorê derxist û xilas kir. Maide Tyê got ku ez jî ji meqamên Alman heman alîkariyê dixwazim.

Maide Tyê wiha got, "Min ji polêsan ra got ku heger hûn nebin alîkar, ez ê xwe li ber Serokwezîriyê bişewitînim ku ev yek dê ji bo Almanyayê bibe dexmeyeke nerind."

Di vê navberê da Maide Tyê digel Ayşegul Byê ku diya Mustafa Byê ji hêla rêxistinê revandî ye û ji bo kurê xwe li Diyarbekirê di çalakiya rûniştinê da ye, bi têlefonê bidîmen xeberda. Herdu dayikan di axaftina xwe da soz dan ku alîkariya hev bikin. 

Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji keça xwe ku ji malê derket û got, "Ez diçim dibistanê", xeberê nastîne. Dayika dilşewat ku 4 meh e çalakiyên xwe didomîne, berî niha li ber komeleya nêzîkî PKKyê ya bi navê Navenda Kurdistaniyên li Berlînê, li Deriyê Brandenburgê ku li navenda bajêr e û li ber Meclisa Federal çalakî kiribû û xwestibû ku keça wê ji destê rêxistina terorê were xilaskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE