Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 962 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 962 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

 Li Almanyayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 962 kes mirin û ev jimara ji destpêka şewbê vir va jimara herî bilind a rojane ye.

Li gor daxuyaniya Enstîtuya Robert Koch (RKI) ya ku li Almanyayê di warê nexweşên şewbî da lêkolînan dike li welêt di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 24 hezar û 740 kesî. Bi vî awayî jimara waqieyan bi tevahî derket milyonek û 554 hezar û 920î.

Di 24 saetên dawîn da 962 kesên din ji ber vîrusê mirin û jimara mirinan bi tevahî derket 27 hezar û 968an.

Jimara mirinên ku îro hat eşkerekirin "ji destpêka şewbê vir va jimara mirinên herî zêde ye ku di rojekê da hat qeydkirin.

Hat dstnîşankirin ku jimara nexweşên ku ji ber Kovîd-19ê di unîteya nexweşiyê giran da ne 5 hezar û 216 ye ji vana 2 hezar û 726 jê entubekirî ne.

Di nûçeyên ku di çapemeniya Almanyayê cî girtin da jî hat gotin ku ji ber jimara mirinên zêde cenaze tên şewitandin û kapasîteya hin krematoryuman têrê nake.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE