Hat ragihandin di lehiyên ku ji ber barana zêde li Rheinland-Pfalz û Bakur-Ren Vestfalyaya eyaletên Almanyayê rabûn da heta niha hejmara kesên mirin derket 156an.
Di daxuyaniya polêsên Koblenzê weşand da hat gotin hejmara kesên li eyaleta Rheinland-Pfalzê da mirin derket 98an.
Li tevahiya welêt jimara kesên ku di lehiyan da mirin derket 156an.
Hat gotin hejmara birîndaran 700 e û xebatên lêgeîrn û xilaskirina windayan didomin.
Di vê navberê da di daxuyaniya Yekîtiya Îtfaiyeyê (VdF) da hat ragihandin ku li Ren Vestfelyaya Bakur di lehiyê da 4 agirkuj jî mirin.
Hat eşkerekirin ku Serokwezîr Angela Merkel dê sibê bajaroka Schuldê ya eyaleta Rhenînland-Pfalzê ya ku maye bin tesîra lehiyê da ziyaret bike.
Ji hêla din va li herêmên ku lehiyê lê xist fealiyetên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, li cihên ku av kişiyaye xebatên rakirina enqazê û paqijiyê dest pê kir.
AA