Li Almanyayê li ser dîwarê mizgeftekê "Întîqam" hat nivîsandin

Wezîfedarên Mizgefta Navendî ya Kornwestheimê ya girêdayî Yekîtiya Tirk Îslam a Ewropayê (ATÎB) dema sibehê hatin mizgeftê li ser dîwarê wê nivîs dîtin û xeber gihandin polîsan.

Li Almanyayê li ser dîwarê mizgeftekê "Întîqam" hat nivîsandin

Li ser dîwarê mizgeftekê li bajarokê Kornwestheima girêdayî eyaleta Baden-Wurttembergê ji aliyê hin kes/kesên nasname nediyar ve "Întîqam" hat nivîsandin.

Wezîfedarên Mizgefta Navendî ya Kornwestheimê ya girêdayî Yekîtiya Tirk Îslam a Ewropayê (ATÎB) dema sibehê hatin mizgeftê li ser dîwarê wê nivîs dîtin û xeber gihandin polîsan.

Alîkarê Serokê Komeleya Mizgefta Navendî ya Kornwestheimê Osman Altin bal kişand ser wê yekê ku piştî qebûlbûna pêşniyaza qedexekirina hinek komeleyan ku di nava wan de ATÎB jî heye, ev êrîş hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya mizgfetê de wiha hat gotin, "Kes nikare me bi van êrîşan bitirsîne" û bangawazî li siyasetmedarên xwecihî hat kirin ku êrîşê şermeazar bikin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE