Li Iserlohna bajarê Almanyayê hin kesan êrîşî merzelên Misilmanan kirin.
Şeva sersalê hin kesên nasnameya wan nediyar in ketin goristanê, kêlikên merzelên Tirkan û Misilmanan şikênandin.
Serokê Komîsyona Jêr a Civakên Eqreba û Tirkên Dervayî Welêt yê TBMMyê û Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Zafer Sarikaya li ser hesabê xwe daxuyand ew bi van dîmenên şermê va dest bi sala 2022yan dikin.
Sarikaya êrîş şermezar kir û wiha got: "Ez li hemberî vê hişmendiya ku dikare êrîşî merzalan jî bike bangî hikûmeta Almanyayê, hêzên ewlehiyê, darazê, raya giştî dikim ku bila ew dijî tundî û cudakariya li hemberî Misilmanan tevgereke zelal nîşan bidin."
AA