Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine derket 82 hezar û 179an û bi vî awayî li dinyayê bi jimara nexweşan va Çîn û Îtalya li paş xwe hişt.
Li gor agahiyên malpera "worldometre"yê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li Amerîkayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 82 hezar û 179an û hejmara miriyan jî derket hezar û 177an.
Amerîka bi jimara kesên bi Kovîd-19ê ketine bû dewleta yekemîn û peyra bi 81 hezar û 285 nexweşan Çîn û bi 80 hezar û 589 nexweşan Îtalya tê.AA