Li Amerikayê bi hezaran jin dijî Trump meşiyan

Trump di sala 2017an da bû serok, ji wê rojê vir va her sal "Meşa Jinan" tê kirin ku îsal ya 4an çêbû.

Li Amerikayê bi hezaran jin dijî Trump meşiyan

Li çend bajarên Amerikayê bi hezaran jin hatin bal hevdu, dijî Serok Donald Trump û polîtîkayên wî yên ku ew rexne dikin çalakî li dar xistin.

Li paytext Washingtonê çend hezar kes kom bûn, lê kêm kes beşdarî xwepêşandanên li New Yorkê bûn.

Jin di hewaya sar da heta Qesra Spî meşiyan.

Li hemberî Trump, polîtîkayên wî yên der barê koçberan û wekheviya jin û mêran di serî da jinan li ser gelek mijaran dirûşme berz kirin.

Li ber Qesra Spî jî çalakiyê dewam kir, paşê jin belav bûn.

Cara ewil di 20ê Çileya Paşîn a 2017an da Meşa Jinan çêbûbû. Piştî vê dîrokê jinan ev çalakî domandibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE