Li DYAayê hejmara yên ku ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan gihişt 25 hezar û 239an.
DYAya ku weke baregeha navendî ya Kovîd-19ê ye, bîlanço roj bi roj giran dibe.
Li gorî daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkinsê parve kirin, hejmara yên ku canê xwe ji dest dan gihişt 25 hezar û 239an.
Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên ku li wî welatî hatine tesbîtkirin gihişt sînorê 600 hezarî. Li gorî daneyên diwayîn, 598 hezar û 670 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.
- Li DYAyê bîlançoya herî giran li New Yorkê ye
Li DYAyê piraniya pêketiyên Kovîd-19ê û mirinên ji ber wê li New Yorkê hatin tomarkirin.
Li seranserê eyaletê zêdetir ji 200 hezar pêketî hatin teşxîskirin û nêzîka 11 hezar kesî jî canê xwe ji dest da.