Li Amerîkayê bi çekan êrîşî navenda danûstandinê kirin: 3 mirî, 11 birîndar

Li Florîdaya eyaleta Amerîkayê di êrîşa çekdar da 3 kes mirin, 11 kes birîndar bûn

Li Amerîkayê bi çekan êrîşî navenda danûstandinê kirin: 3 mirî, 11 birîndar

Hat ragihandin ku li Florîdaya eyaleta Amerîkayê di êrîşa çekdar da 3 kes mirin, 11 kes birîndar bûn.

Şerîfê Jaksonvilleya bajarê Florîdayê Mike Williams daxuyanî da çapemeniyê û got ku kesekî ku li gor şikê êrîşkar e, 2 kes kuştin û paşê xwe kuşt.

Williams diyar kir ku di êrîşê da 9 kes bi çekê, 2 kes jî dema ku revîne, birîndar bûne û diyar kir ku êrîşkar David Katzê 24 salî ye û li ser nifûsa Baltimoreyê qeydkirî ye.

Kesekî daxuyanî dabû çapemeniya Amerîkayê û diyar kiribû, êrîşkar jî di nav da 4 kes di bûyerê da mirin, 11 kes jî birîndar bûn.

 

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2018, 09:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE