Li Amerîkayê ji weqfa alîgirê Îsraîlê ye xelata Skandal

Li Amerîkayê Weqfa Parastina Demokrasiyan a ku alîgirê Îsraîlê ye xelat da sîxurên FBIyê.

Li Amerîkayê ji weqfa alîgirê Îsraîlê ye xelata Skandal

Li Amerîkayê Weqfa Parastina Demokrasiyan (FDD) a ku li dijî Tirkiyeyê weşanan dike û alîgirê Îsraîlê ye xelata "wêrektiyê" da sîxurên Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) ku hin kesan bertek nîşanî vê dan.

Weqfê li Washingtonê civîneke ewlehiya neteweyî li dar xist û xelata "wêrektiyê" da hin sîxurên FBIyê ku di nav wan de sîxurên doza Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halk Bankê Mehmet Hakan Atîlla dişopînin jî hene.

Ji ber ku xelat hayin dayîn li ser medyaya civakî hin kesan bertek nîşanî weqfê dan, tinazê xwe kirin û gotin ev tevgereke etîk nîne.

Alîkarê Serok ê FDDyê Jonathan Schanzerê ku gelek caran li dijî Tirkiyeyê diaxive xelatan belav kir.

- Ji polêsê fîrarî yê FETOyê re got qehreman"

Jennîfer McReynoldsa ku yek ji sîxurên FBIyê ye û xelat girt di merasimê de axivî û ji polêsê fîrarî yê FETOyê Huseyîn Korkmaz re got ew qehreman e. Gotinên wê nîşan dide ku tesîra FETOyê çiqas li ser vê dozê heye û delîlên FETOyê çawa tên bikaranîn.

- Balyoz Serdar Kiliç bertek nîşan da

Balyozê Washîngtonê yê Tirkiyeyê Serdar Kiliç li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê merasima xelatê de peyamek weşand û bal kişande têkiliya di navbera dozê û FETOyê.

Kiliç bertek nîşanî McReynoldsê kir û got daxuyaniyên wê nîşan didin ku ev dozeke siyasî ye, delîl ji hêla kî ve tên amadekirin ew bi xwe jî vê baş dizane.

Balyoz Kiliç got polêsê fîrarî yê FETOyê Huseyîn Korkmaz çawa hatiye Amerîkayê, li ku dimîne, mesrefên wî çawa tên dayîn McReynolds ji herkesî baştir van agahiyan dizane û ew çima behsa van tiştan nake.

Kiliç got agahî, delîl û axaftinên Huseyîn Korkmaz li dijî bêalîbûna darazê şermeke mezin e û bi eşkere nîşan dide ku edalet pêk nayê.

Serokê FDD Mark Dubowitz û Alîkarê Serok Jonathan Schanzer di doza Hakan Atîlla de wek "pisporê dozê" hatibûn wezîfedarkirin.

Ji ber ku weqf li dijî Tirkiyeyê ye, serok û alîkarê wê wek pispor hatine wezîfedarkirin bertek hatibûn nîşandan.

Navê Parlamenterê Partiya Gel (CHP) Aykan Erdemirê ku der barê wî de biryara girtinê heye jî di doza Atîlla da wek şahid hatibû bilêvkirin.

Muraqibê Sondxwarî yê Bankayan ê berê de Osman Zekî Canitezê ku ji ber endamtiya FETOyê der barê wî de biryara girtinê hatiye datîn jî di doza Atîlla de dî nav şahîdan de heye.

Hatibû tespîtkirin Canitez bi awayekî dereqanûnî ji Tirkiyeyê delîl birine Amerîkayê û li dijî Tirkiyeyê şahidiyê dike.

 

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE