Li Amerîkayê 261 yunis derketin qeraxê

Li Amerîkayê 261 yunisên pozşûşe derketin qeraxên Louîsîana û Florîdayê

Li Amerîkayê 261 yunis derketin qeraxê

Li Amerîkayê 261 yunisên pozşûşe derketin qeraxên Lousîana û Florîdayê.

Li gor xebera di CNNyê da hat weşandin, pisporên Daîreya Atmosfer û Okyanusê ya Neteweyî (NOAA) tesbît kirin ku di navbera 1ê sibatê û 31ê gulanê da 261 yunisên pozşûşe derketin peravê û ji sedî 98ê wan mirîbûn.

Erin Fougeresê Rêvebirê Bernameya Heywanên Bibistan ên Behrê Yên li Qeraxê Dixin diyar kir ku hejmar zehf zêde ye û bi qasî 3 caran ji kêmzêdeya berê zêdetir e.

Fougeres der barê mijarê da axivî û got, "Em ji ber zivistana tênayî ya bi taybetî li Amerîkayê di nav fikaran da ne. Li Geliyê Mîssîssîppiyê zivistana herî tênayî ya 124 salên dawîn hat dîtin.

Fougeres diyar kir ku li ser çermê hin yunisên hişk bibûn birînên ji ber ava şirîn çêdibin hebûn.

Der barê sedema hişkbûna yunisan da hê encameke teqez nehat dîtin, lêkolîner dibêjin dibe ku ji ber kêmbûna rêjeya xoyê ya okyanusê masî hişk dibin.

Hat ragihandin ku lêkolîner li ser hemû îhtimalan disekinin û mijarê bi taybetî dinirxînin.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE