Li eyaleta Pennsylvaniayê ya Amerîkayê ji ber şertên neyînî yên hewayê qezayeke trafîqê ya 80 wesayît tevlî bûn qewimî û di encamê da 6 kes mirin.
Di daxuyaniya ewlekariya eyaleta Pennsylvaniayê da hat diyarkirin, li herêmê ji ber bagera berfê qeza çêbû û her wiha ew ê pêşiyê agahiyê bidin malbatan û dû ra nasnameya kesên di qezayê da jiyana xwe ji dest dan, ragihînin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, şeva duşemê piştî "bagereke mezin a berfê" li ser rêya nimro 1-81 qeza çêbû û ji wesayîtên tevlî bûn, 39 jê yên bazirganî ne.
Her wisa hat gotin, 24 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, bo nexweşxaneyên li herêmê hatin veguhestin û tedawiya wan didome.
AA