Li Amerîkayê aşiya ewil a vîrusa koronayê tê ceribandin

Ceribandina aşiya ku fona wê ji hêla Enstîtuyên Tenduristiya Neteweyî yên Amerîkayê tê dayîn, îro li Enstîtuya Lêkolîna Tenduristiyê ya Kaiser Permanente ya li Seattleê dê were kirin

Li Amerîkayê aşiya ewil a vîrusa koronayê tê ceribandin

Hat ragihandin aşiyeke vîrusa koronayê (Kovîd-19) ku li Amerîkayê hat çêkirin, îro dê cara ewil li eyaleta Washingtonê were ceribandin.

Di nûçeya ajansa nûçeyan AP ya Amerîkayê da, ku çavkaniya wê peywirdarên hikûmeta Amerîkayê ye, hat destnîşankirin aşiya ku fona wê ji hêla Enstîtuyên Tenduristiya Neteweyî yên Amerîkayê tê dayîn, îro li Enstîtuya Lêkolîna Tenduristiyê ya Kaiser Permanente ya li Seattleê dê were ceribandin.

Peywirdaran diyar kir ku test dê li ser mirovekî 45 salî yê tendurist were ceribandin û herwiha rîska wê yekê tuneye ku vîrus bikişe vî mirovî, bi tenê bandora bi pê ra dê were ceribandin.

Peywirdaran herwisa bal kişandin ku ji bo nexweşên ku tûşî şewba vîrusa koronayê bûne, çêkirina aşiyekê dibe ku ji heşt mehan heya salekê dewam bike.

Li dinyayê belavbûna vîrusa koronayê berdewam e û herwiha gelek welat jî li pey wê yekê ne ku ji bo vê nexweşiyê aşiyekê çêkin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 01:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE