Li Amerîkayê Bahoza Isaiasê gihîşt Carolinaya Bakur

Li Amerîkayê Bahoza Isaiasê gihîşt Carolinaya Bakur

Bahoza Isaiasê ya ku di Okyanûsa Atlasê da çêbû, gihîşt qeraxên eyaleta Carolinaya Bakur a Amerîkayê.

Şîdeta bahoza Isaiasê di kategoriya 1emîn da ye, li gor saeta herêmî di 23.30î da li herêma Ocean Isle Beachê ya ku dikeve başûrê eyaleta Carolinaya Bakur li bejayê xist.

Wexta ku bahoz nêzî bejayê bû, li qeraxên Carolinaya Bakur û Carolinaya Başûr barana gur barî û bager çêbû.

Ji ber bahoza ku leza wê di saetê da 135 kîlomêtreyî dibîne, Virginia û Maryland di serî da, li eyaletên ku dikevin bakurê rojhilata Amerîkayê hişyariya lehî û bagarê hat dayîn.

Her wiha ji ber bahozê li Carolinaya Bakur û New Jerseyê "rewşa acil" hat îlankirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE