Li Amerîkayê balafira piçûk ket: 3 mirî

Li Amerîkayê balafira piçûk ket: 3 mirî

Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê balafireke piçûk ket xwarê û di encamê da 3 kes mirin.

Peywirdarên herêmî diyar kirin ku bûyer 137 kîlometre li rojavayê bakurê Houstonê li balafirgeha Coulter Field a li bajarê Bryanê qewimî.

Berdevkê Rêveberiya Hewageriya Federal Lynn Lunsford diyar kir, balafira ku ket cure Piper PA24 e ku motoreke wê tenê heye û her wisa der heqê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.

Di qezayê da 3 kes mirin, kesek jî bi giranî birîndar bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE