Li Amerîkaya ku ji hêla aboriyê va herî mezin a dinyayê ye nêzî 580 hezar bêmal wê zivistanê li kuçe û kolanan derbas bikin.
Li Amerîkaya ji ber şewba Kovîd-19ê herî zêde zirar dît nêzî 580 hezar mirovên li kuçe û kolanan dijîn û her çiqas di rojeva welêt da cî negirin jî bi nêzbûna zivistanê va ji bo peydakirina cihekî germ wê hewl bidin.
Li seranserê welêt nifûsê bêmalan a herî zêde li New Yorkê 80 û li Los Angelesê jî 65 hezar e û li paytext Washington DCyê jî nêzî 7-8 hezar bêmal hene.
Ev kesên bêmal li deverên nêzî Qesra Spî û Avahiya Kongreyê dimînin û mehên havînê kon vedigirin û di mehên zivistanê da jî li ser berkazên hewaya germ tê da derbas dibe radizên.
Ji hêla din va ev bêmalên hanê ji aliyekî va jî êdî rastiya welêt in û gelek kesên di jiyana xwe ya rojane da tên û diçin qet pesê bi van bêmalan nakin.
Digel nêzbûna zivistanê bi tu awayekî ne ji hêla civakî û ne jî ji ya siyasî va pirsgirêkên bêmalan di rojevê da cî nagirin.
AA