Li Amerîkayê Demokratan Bîden wekî namzedê seroktiyê nîşan da

Li Amerîkayê di Komcivîna Partiya Demokrat a ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) li ser înternetê hat kirin da Joe Bîden bi fermî wekî namzedê seroktiyê hat îlankirin.

Li Amerîkayê Demokratan Bîden wekî namzedê seroktiyê nîşan da

 Li Amerîkayê di Komcivîna Partiya Demokrat a ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) li ser înternetê hat kirin da Joe Bîden bi fermî wekî namzedê seroktiyê hat îlankirin.

Beriya hilbijartina seroktiyê ya 59an ku ew ê di 3yê mijdarê da were kirin di roja duduyan a Komcivîna Partiya demokrat da nûneran li ser înternetê dengê xwe dan.

Di dengdayîna li ser înternetê da Bîden wekî namzedê seroktiyê yê Partiya Demokrat hat bijartin. Li bendê ne ku Bîden roja pêncşemê li mala xwe ya li Delawareyê biaxive û nazmzediya serotiyê qebûl bike.

Wekî mayîn di roja duduyan a komcivînê da Demokratên bi vîdeokonferansê beşdarî civînê bûn li dijî Donald Trump tam piştgirî dan Bîden.

Bîll Clîntonê Serokê Amerîkayê yê berê di axaftina xwe da bal kişand ser Trump û got, "Dibê di demên kirîzê da Ofêsa Glover bibe navenda îdareyê. Nika bûye navenda bobelatê. Bi tenê kaos heye."

Colîn Powelê Wezîrê Karên Derva yê berê yê Komarparêz jî piştgiriyê dide Bîden û got, "Îro hewcedariya me bi fermandarekî wisa heye ku eskerên me wekî malbata xwe biparêze û xwedî derkeve."

Li bendê ne ku Partiya Komarparêz jî di 27 tebaxê da bi fermî Trump wekî namzedê xweyê fermî îlan bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE