Li Amerîkayê di nav 24 saetan de êrîşa duyem: 9 kuştî

Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Daytonê li herêma Oregonê bi saeta herêmî di saet 01.22an da li ber derê barekî êrîşa biçek hat kirin.

Li Amerîkayê di nav 24 saetan de êrîşa duyem: 9 kuştî

Li Daytona bajarê li ser Ohîoya eyaleta Amerîkayê li nêzîkî barekî êrîşa bi çek hat kirin û di êrîşê da 9 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Daytonê li herêma Oregonê bi saeta herêmî di saet 01.22an da li ber derê barekî êrîşa biçek hat kirin.

Polêsên li nêzîkî herêmê mudaxaleya êrîşê kirin û êrîşkar di demeke kin da hat berterefkirin.

Ji bilî êrîşkar di êrîşê da 9 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Rojnamevan Derek Myers got êrîşkar yekî çêrmspî û xwedî çeka giran bû.

Li El Pasoya bajarê li ser Teksasa eyaleta Amerîkayê jî duh şev li navenda danûstandinê di êrîşa çekdarî da 20 kes hatibûn kuştin û 26 kes jî birîndar bûbûn.

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE