Li Amerîkayê gel serkeftina Bîden pîroz dike

Li Amerîkayê gel serkeftina Bîden pîroz dike

Piştî hat ragihandin ku Demokrat Joe Bîden li gor encamên nefermî hilbijartina serokatiyê ya 59emîn a Amerîkayê qezenc kir di serî da li paytext Washîgnton DC û New Yorkê li gelek bajêran pîrozbahî tên kirin.

Li Amerîkayê dengên ji bo hilbijartina serokatiyê li hin bajêran hê jî tên jimartin û piştî ku li eyaletên Pennsylvania û Nevadayê hat eşkerekirin diyar bû ku Serokê niha Donald Trump hember reqîbê xwe yê Demokrat Bîden têk çû.

Piştî Amerikan Associated Press (AP) a ajansa nûçeyan li gor encamên nefermî ragihand ku Bîden bûye serokê Amerîkayê bi hezaran kes daketin kolanan.

Li paytext Washîgntonê qerebalixiya ku danê sibê li ber derê Qesra Spî kom bû di lehê Bîden da dirûşme berz kirin û bi muzîkê ra dans kirin.

Li bajarên wekî New York, Los Angeles, San Francisco û Chicagoyê jî mirov li meydanan civiyan an jî ji wesayîtên xwe korne lê xistin û encamên hilbijartinê pîroz kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE