Li Amerîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hejmara miriyan gihîşt 85an, hejmara kesên bi vê virûsê ketin jî bû 4 hezar û 661.
Li gor reqamên rojane ya Zanîngeha Johns Hopkinsê li welêt hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû nexweş dikevin û dimirin her ku diçe zêde dibe.
Li gor rojanekirina dawîn a şeva duşemê li Amerîkayê hejmara miriyan gihîşt 85an, hejmara nexweşan jî gihîşt 4 hezar û 661 kesî.
Ji 85 kesan jê 48 kes li Washîngtonê, 10 kes li New Yorkê û 7 kes li Kalîforniyayê mirin.
Herê zêde li New Yorkê 950 kes, li Washîngtonê jî 909 kes bi vê nexweşiyê ketin.
AA