Li Amerîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hejmara miriyan ji hezarî derbas bû.
Li gor reqamên rojane ya Zanîngeha Johns Hopkinsê li welêt hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê nexweş dikevin û dimirin her ku diçe zêde dibe.
Li gor rojanekirina dawîn a zanîngehê hejmara miriyan a ku 802 bû, 236 kes zêde bû û bû 1038.
Hejmara kesên bi vê virûsê ketin jî 12 saet berê 55 hezar û 238 bû, lê ew jî 13 hezar û 334 zêde bû û bû 68 hezar û 572.
Duh ji bo hejmara kesên bi vîrusê ketine hatibû gotin ew 46 hezar û 481 kes in, ji bo hejmara miriyan jî agahî hatibû dayîn ku hejmara wan 593 ye.
AA