Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber babelîskê mirin derket 22yan

Li eyaleta Alabamayê hejmara kesên ku ji ber babelîskê mirin derket 22yan. Herwiha ji ber babelîskê gelek kes birîndar bûn û hinek jê jî di xaniyên xwe da mehsûr man

Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber babelîskê mirin derket 22yan

Li eyaleta Alabama ya Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber babelîskê mirin derket 22yan.

Babelîska ku li başûrê Alabamayê rabû, bû sedemê ziyana madî û canî. Berpirsan ragihand ku ji ber babelîskê li herêma Lee County ya Alabamayê hejmara miriyan derket 22yan ku navê da zarok jî hene. Herwiha ji ber babelîskê gelek kes birîndar bûn jî.

Babelîska ku bi bahozeke bişidet ra rabû, dar welgerandin û zirar da xaniyan.

Herwisa li rojavayê başûrê eyaleta Georgiayê jî babelîskê tesîra xwe nîşan da, camên gelek malan şikestin û baniyên wan ji şûna xwe rabûn. Berpirsan ragihand ku dar bi ser hin malan da welgeriyan û lewma jî kesên di van malan da, mehsûr mane.

Herwisa ji bo eyaletên Florida û Carolinaya Başûr jî hişyariya babelîskê hat dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twitterê da ji gelê Alabamayê xwest ku baldar bin û di ewlehiyê da bin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE