Li Amerîkayê hejmara koçberên di kamyona terikandî da mirin derket 51ê

Li Amerîkayê hejmara koçberên di kamyona terikandî da mirin derket 51ê

Li bajarê San Antonio yê eyaleta Texasê ya Amerîkayê hejmara koçberên di kamyona terikandî da mirin derket 51ê.

Peywirdaran hejmara koçberên di kamyona ku li bajarê San Antonio hatibû terikandin da mirî hatibûn dîtin, wekî 51 rojane kir.

Hat diyarkirin, 4 jê zarok 16 kesên ku di kamyonê da zindî hatibûn dîtin jê 5 kes li nexweşxaneyê mirin.

Hat ragihandin, koçberên ji Amerîkaya Başûr ên tên texmînkirin karkerên qaçax in û xwestin bi rêyên dereqanûnî derbasî Amerîkayê bibin, 22 jê Meksîkayî, 7 jê Guatemalayî, 2 jê Hondurasî ne û yên mayîn jî xebata tesbîtkirina nasnameya wan didome.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE