Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 133 hezar derbas kir

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 431 zêde bû û gihişt 133 hezar û 41ê.

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 133 hezar derbas kir

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 431 zêde bû û gihişt 133 hezar û 41ê.

Amerîkaya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li Amerîkayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 56 hezar û 53 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 3 milyon û 41 hezar û 950î.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 431 zêde bû û gihişt 133 hezar û 41ê.

Bi dû Amerîkayê bi milyonek û 628 hezar û 283 pêketiyan Brezîlya, bi 723 hezar û 195 pêketiyan Hîndistan û bi 694 hezar û 230 pêketiyan Rûsya tê.

Tevî ku li New Yorkê hejmara pêketiyan kêm dibe dîsa jî eyaleta ku pêketî herî zêde lê ne ew e.

Li New Yorkê heta nuha 422 hezar 851 pêketî hatine tesbîtkirin û hejmara mirinan jî gihişt 32 hezar û 267an.

Bi dû New Yorkê de bi zêdetir ji 277 hezar pêketiyan California û bi zêdetir ji 210 hezar pêketiyan pêketiyan Teksas tê.

Li Amerîkayê heta nuha hejmara testan 38 milyon û 231 hezar û hejmara rehetbûyan jî milyonek û 325 hezar derbas kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE