Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 1376 zêde bû û gihişt 306 hezar û 464an.
Li gorî daneyên li ser malpera Worldmetersê, li Amerîkayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 189 hezar û 836 zêde bû gihişt 16 milyon û 741 hezar û 470yî.
Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 1376 zêde bû û gihişt 306 hezar û 464an.
Li wî welatî heta nuha hejmara rehetbûyan gihiştiye nêzîka 9 milyon û 726 hezaran û hejmara testan 221 milyon û 226 hezar derbas kir.
Li wî welatî eyaleta Californiayê bi zêdetir ji milyonek û 588 hezar pêketiyan di rêza serî de ye.
Bi dû Californiayê de bi zêdetir ji milyonek 487 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji milyonek û 125 hezar pêketiyan Florîda tê.
Di warê hejmara mirinan de eyaleta New Yorkê bi 35 hezar û 587 miriyan di rêza serî de cih digire.
Bi dû Amerîkayê de bi zêdetir ji 9 milyon û 892 hezar pêketiyan Hîndistan û bi zêdetir ji 6 milyon û 901 hezar pêketiyan Brezîlya tê.
AA