Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 1592 zêde bû û gihişt 90 hezar û 142yan.
Amerîkayê ya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara miriyan roj bi roj lê zêde dibe.
Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li Amerîkayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 23 hezar û 429 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt milyonek û 509 hezar û 341ê.
Li wî welatî hejmara mirinan jî di 24 saetên dawîn de 1592 zêde bû û gihişt 90 hezar û 142yan.
Bi dû Amerîkayê bi 281 hezar û 752 pêketiyan Rûsya, bi 277 hezar û 719 pêketiyan Îspanya û bi 240 hezar û 161 pêketiyan Îngiltere tê.
AA