Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê derket 724 hezar û 323an

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê derket 724 hezar û 323an

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 157zêde bû û derket 724 hezar û 323an.

Li gorî daneyên ku Zanîngeha John Hopkinsê berhev kirin hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 16hezar û 169 zêde bû û gihişt 44 milyon 934 hezar û 636an.

Li seranserê welêt hejmara mirinên ji ber vîrusê 402 zêde bû û gihişt 724 hezar û 323 kesan.

California bi zêdetir ji 4 milyon û 812 hezar pêketî di rêza serî de ye. Bi dû wê de bi zêdetir 4 milyon 179 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 3 milyon û 664 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê mirinên ji ber vîrusê de jî California bi zêdetir 70 hezar mirinan di rêza serî de ye. Vê hejmarê li Teksasê 69 hezar li Florîdayê jî 57 hezar derbas kiriye.

- Zêdetir ji sedî 78.9 a nifûsa kesên gihiştî, herî kêm yek doz aşî bûne

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li Amerîkayê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, zêdetir ji sedî 78.9 a nifûsê herî kêm yek doz, Herwiha nêzîka ji sedî 68.4an 2 doz aşiya Kovîd-19ê li xwe dane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE